Li bajarê Ezazê yê Sûriyê otomobîleke bombekirî teqiya. Li gor zanyariyên destpêkê di encama teqînê de kesek hat kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor medyaya Tirkiyê teqîn bi rêya otomobîleke bombekirî hatiye encamdan û li gor agahiyên destpêkê kesek mir û 20 kesên din jî birîndar bûn.
Herwiha ji ber êrîşê zerar gehişte gelek avahiyan û hat ragihandin ku kesên birînên wan giran bûne, bo nexweşxaneyên bajarê Kilîsê yê Bakurê Kurdistanê hatine veguhestin. Herwiha birîndarên din jî li nexweşxaneyên bajarê Ezazê tên dermankirin.
Bajarê Ezazê piştî Operasyona Mertalê Firatê ketiye bin kontrola artêşa Tirkiyê û opozîsyona Sûriyê û gelek carên din jî teqîn li wî bajarî çêbûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin