Dunford: Amerîka ji Sûriyê dernakeve, dê perwerdeya HSD/YPGê berdewam be

dibêje em hêzên xwe ji sûriyeyê venakêşin
کوردستان TV
100%

 Sererkanê Artêşa Amerîkayê Joseph Dunford, di panela rojnameya Washington Postê de li ser nûçeyên perwerdekirina bi qasî 35-40 şervanan li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê daxuyanî dan.

 Dunford got, “Em pêşbînî dikin 35-40 hezar hêzên herêmî ji bo seqamgeriya herêmê perwerde û çekdar bikin.”

Joseph Dunford diyar kir ku wan heta niha 20%ê wan hêzan perwerde kiriye û dê hewlên wan ên bo aramkirin û seqamgeriya Rojhilatê Sûriyê heta demeke nediyar berdewam bikin.

Li ser pirsa rojnamevnan Dunford got ku dê hêzên Amerîkayê li Sûriyê bimînin û li demeke nêzîk jî dernakevin.

PeyamaKurd

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.