Wezîrê Navxwe yê Fransayê Christophe Castaner di civîneke çapemeniyê de amarên xwepêşandanên şeva derbasbûyê li seranserê Fransayê eşkere kirin.
Christophe Castaner ragihand ku li seranserê Fransayê 125 hezar kes beşdarî xwepêşandanan bûne. 118 sivîl û 17 polîs birîndar in.
Castaner dibêje, hefteya borî 284 polîs di xwepêşandanan de birîndar bûne û birîna hinekan ji wan giran e.
Christophe Castaner daxwaza diyalogê ji nûnerên xwepêşanderan dike û herwiha ji wan dixwaze bi awayekî aştiyane xwepêşandanan bikin û xwe ji wan kesan dûr bixin ku bo talankirina dikanan li nav bajaran belav bûne
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin