Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên wan li navçeyên Cindirêsê û Bilbilê yên girêdayî Efrînê çalakiyek pêk anîn. Di encama wê de herî kêm 4 çete hatine kuştin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG'ê wiha ye:
Di çarçoveya qonaxa duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me li navenda bajarê Efrînê û gundên girêdayî navçeyên Cindirêsê û Bilbilê 3 çalakiyên bi bandor li dijî çeteyên artêşa Tirk lidar xistin. Di vê çarçoveyê de;
1- Di dîroka 7’ê Kanunê de, yekîneyeke me li gundê Dêrbelûtê ya girêdayî navçeya Cindirêsê çalakiyeke sabotajê li dijî seyareyeke leşkerî ya koma çete ya bi navê Ehrar el-Şam lidar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
2- Di dîroka 8’ê Kanunê de yekîneyeke me li navenda bajarê Efrînê li dijî seyareke çeteyên Ehrar el-Şerqiye çalakiyek sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de li gel ku windahiyên koma çete çêbûn jî, di derheqê hejmara wan de agahiyên zelal bi dest neketin.
3- Di dîroka 8’ê Kanunê de, yekîneyeke me li ser rêya gundê Şêxurzê ya girêdayî navçeya Bilbilê li dijî seyareyeke leşkerî ya çeteyên Sultan Murad çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin