Fermandarekî ser bi tevgera Sedir hate kuştin

fermandarê çekdarên seraya selam bûye
کوردستان TV
100%

Di vê derbarê de jêderên ewlekarî li Bexdayê ragihand ku şeva derbasbûyî li taza Şole ya li Bakûrê Bexdayê Fermanderekî mezin yê hêzên çekdar ên ser bi tevgera Sedir hatiye kuştin.

Li gor gotinên jêderên han, şeva derbasbûyî hijmareke çekdarên nenas bi çekên bêdeng êrîşî ser Fermandarê hêzên çekdar yên ser bi tevgera Sedir (Seraya Selam) bi  navê Elî Husên Hîcamî kirine û dem li dest nav hatî kuştine.

Polîsê Bexdayê diyar kiriye ku lêkolînên wan li dor vê bûyerê û herwiha dîtina kesên êrîşkar didomin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.