Xwepêşandanên li bajarê Besreyê ev çend mehe didomin û îro xwepêşanderên li Beserê 21 daxwazên xwe yên serekî pêşkêş kirin.
Xwepêşander daxwaza, av, kareba, tendirostî, kar û jîngeheke paqêj dikin û ji hikûmeta Îraqê daxwaz dikin daku tevahiya wan daxwazan cîhbicîh bike.
Xwepêşanderên Besreyê tekez li ser vê yekê dikin ku heta tevahiya daxwazên wan neyên cîhbicîhkirin dev ji xwepêşandanên xwe bernadin.
Her îro xwepêşanderên Besreyê weke semboleke serkeftinê, bi teqlîda xwepêşandanên Franseyê êlega zer li xwe kirin.
Weke tê zanîn ku ev çend mehe li Besreyê xwepêşandan tên kirin û car caran jî pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên ewlekarî de diqewmin û heta niha jiber wan pevçûnan zêdetir ji 20 kesan hatine kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin