Stoltenberg: Emê piştgirîya bo Ukrayna û Gurcistanê bidomînin

dibêje em piştgîriya endamên xwe dikin
کوردستان TV
100%

Wezîrên derve yên NATO îro sêşemê li Brukselê bo civîneke dê du rojan bidome kom dibin.

Li ber e ku alozîya di navbera Rûsya û Ukrayna de mijara sereke ya civînê be.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wezîrên derve dê bo axaftina kêşeyên ewlekariyê bicivin.

Stoltenberg diyar kir ku wezîr dê herwiha derbarê Gurcistan û Ukrayna, ku her du jî hevkarên NATO ne, bipeyîvin.

Wî da zanîn ku her du dewlet jî bi kêşeyên ewlekarî yên cidî re rû bi rû mane û got ku ‘’Emê piştgiriya pratîk û sîyasî yên bo Gurcistan û Ukrayna bidomînin’’

Rûsya, di dawiya meha mijdarê de dest danîbû ser sê gemiyên Ukrayna û girjîya di navbera her du dewletan de gur bûbû.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.