Salome Zurabishvili işvili bû yekem Serokomara jin ya Gurcistanê

di dîroka vê welatî de ew yekem care
کوردستان TV
100%

Salome Zurabishvili di hilbijartina serokomarî ya Gurcistanê de bi ser ket û bû serokomara jin ya pêşî ya wî welatî.

Li gor nûçeyeke voayê Dîplomata ku li Fransa hatiye dinê, 59 ji sedê dengan sitand û berbijarê din Grigol Vashadze yê ku 40 ji sedê dengan kom kir, derbaz kir.

Di hilbijartinê de Zurabishvili piştgirîya Partiya Xewna Gurcî wergirt û Vashadzade jî berbijarê rikeberîyê bû.

Li ber e ku bi qanûna nû ya Gurcistanê, erka serokomariyê pirtir bi awayekî sembolîk bimeşe.

Zurabishvili dixwaze ku Gurcistan bi Rûsya û welatên rojava re peywendiyên ku tayên hevdu ne çêke.

Vashadze, ku di sala 2008’an de dema şerê Gurcistan û Rûsya wezîrê derve bû, dixwest ku dewleta wî pirtir bi welatên rojava re peywendîyê xurt bike.

Zurabishvili di gera duyê ya hilbijartinê de bi ser ket.

Çavdêrên navneteweyî ser gera yekê ya hilbijartinê diyar kiribûn ku ‘’di şertên ne wekhev de’’ pêk hatiye.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.