Ceferî: Tikriye dest bi Tirk kirina Efrînê kiriye

dibêje eger bi rêyên dîplomatîkî venekêşe emê rêyên din bikar bînin
کوردستان TV
100%

Nûnerê Herdemî yê Sûriye yê NY’yê Ceferî anî ziman ku divê Tirkiye hêzên xwe yên li Sûriyeyê vekişîne. Bal kişand ku Tirkiye çekên kîmyewî dane komên bi çek ên li Helebê çekên kîmyewî bikar anîne.

Ceferî behsa vê yekê kir ku Tirkiye li Efrînê dest bi cîhbicîh kirina siyaseta bi tirkkirinê kiriye û navê gund û cêyan diguhere û di nava debistanan de alaya Tirkiyeyê hildaye û xwendevanan neçar dike silavê li alaya Tirkiyeyê bikin û li wan deverên ku Tirkiye dagîr kiriye di şûna pereyên Sûrî de pereyên Tirkî tê bikaranîn.

Nûnerê Herdemî yê Sûriye yê NY’yê Beşar Ceferî yê di hevdîtinên Sûriye ya li Astanayê de axivî, got: “Tirkiye li şûna bi çekên sivik erka xwe ya polîsiyê bi cih bîne, ji bo bajarên dikevin bakurê Sûriyeyê bi çekên giran û leşkeran tije kiriye. Li bajarên Sûriyeyê alên Tirkan tên rakirin. Ev kiryarên Tirkiyeyê bi awayekî ber  bi çav wateya êrîşkariyê ne.

Ceferî bibîr xist ku rewşa Îdibê ji ber Tirkiyeyê her diçe xirab dibe, anî ziman ku Tirkiye li vir erka dikeve ser milan bi cih naîne.

Ceferî yê têkildarî hêzên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê jî axivî, diyar kir ku eger bi rêyên dîplomatîkî Tirkiye hêzên xwe yên li welat venekişîne, wê Şam serî li rêyên cuda bide.

Ceferî bibîr xist ku Tirkiye li gorî li hevkirina Soçî diviya bû bi erka xwe ya vekişandina çeteyan a li Îdilibê bikara, lê vê nake û got: “Ji ber vê yê hê jî terorîst li Îdlibê binpêkirinên xwe diomînin. Wan baweriya bi Tirkiyeyê ya me da kêmkirin.”

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.