Piştî ku di rojên derbasbûyî di navbera çekdarên dijî rejîma Esed û rejîma Esed de, lihev hatinek bo lihev veguhastina dîlan hat kirin û di encam de 20 dîl ku 10 ji wan çekdarên dijî rejîmê û 10yên din jî xelkê medenî bûne, lihember hev hatin azadkirin, rayedarekî partiya weten ya Tirkiyeyê diyar kir ku ev pêngav bi biryara Tirkiye û rejîma Esed hatiye cîhbicîhkirin.
Cîgirê berpirsê têkiliyên derve yên partiya weten ya Tirkî Yûnis Soner diyar kir ku di civîna navbera rayedarên wezareta derve ya Tirkiyeyê a li gel rayedarên rejîma Esed de biryar hatibû dayîn daku çekdarên dijî rejîmê û rejîma Esed dîlên destê xwe li hev veguhezin û azad bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin