Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku şervanên wan bersiva êrîşên DIŞI`ê yên li eniya Hecînê daye û di encamê de 27 terorîst hatine kuştin.
Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên şerê 24 saetên dawîn ji pêngava Bagera Cizîrê eşkere kirin.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:
“Di berdewama Şerê Tunekirina Terorê yê li dijî rêxistina DIŞI`ê ya teror li herêmên bejahiya Dêrazorê û bi destekdayîna Koalîsyona Navneteweyî, hêzên me roja 23`ê Mijdarê (îro) di saetên sibê de bersiva êrîşa dijwar a DIŞI`ê ku Ii dijî noqte û navendên şervanên me li eniya bajarokê Hecînê pêk hat, da. Terorîstan çekên doçka, panzêr û erebeyên bombebarkirî di êrîşên xwe de bi kar anîn.
Di encama bersivdayîna şervanên me de, li gelek noqteyan şerên dijwar rû dan. Terorîst neçar man ku ji ber derbeyên şervanên me bi paş ve birevin.
Di encama şer de ku heta saetên beriya nîvro dewam kir, 15 terorîst hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn. Her wiha çekeke kalaşnîkov, rext, çenteyekî destwerdanên lezgin û alavekî peywendiyan ji cureya ‘Hîtra’ ketin destê şervanên me.
Êrîşa duyemîn a terorîstên DIŞI’ê
Li heman eniyê, careke din terorîstan êrîşî noqteyên şervanên me kir. Di encamê de şer derket û 2 terorîst hatin kuştin, erebeyeke bombebarkirî ku terorîstan hewl da nêzî baregehên şervanên me biteqînin û balafireke biçûk a keşfê, hatin teqandin.
Li aliyê din li heman eniyê, hêzên me erebeyeke bombekirî beriya bigihîje armaca xwe, teqand.
Balafirên Koalîsyona Navneteweyî jî 10 êrîş li dijî baregeh û navendên terorîstan pêk anîn. Di encamê de, 10 terorîst hatin kuştin, her wiha 5 baregeh û tuneleke ku terorîstan bi kar dianî, hatin rûxandin. Her wiha 2 erebeyên doçkayan jî hatin teqandin.
Encamên dawîn wiha ne:
- 10 êrîşên balafirên koalîsyonê pêk hatin.
- 27 terorîst hatin kuştin.
- 2 erebe, du balafirên keşfê, 2 erebeyên doçka hatin teqandin.
- Çekeke kalaşnîkov, rextekî leşkerî, alaveke peywendiyê ji cureya Hîtra, çenteyekî destwerdanên lezgîn, ketin destê şervanên me.”
anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin