HSD: Bo piştî DIŞIê jî rêkeftina me heye

dibêje piştî DIŞIê vê hevpeymaniya me bidome
کوردستان TV
100%

Peyvdarê hêzên sûriyeya demokrat( HSD) Gabriel Kino di hevpeyvîneke xwe ya li gel ajansa sputnika Rûsî diyar kiriye ku rêkeftineke girîng di navbera HSD û hevpeymaniya cîhanî de heye.

Gabriel Kino diyar kiriye ku şerê hevbeş yê HSD û hevpeymanan dijî DIŞIê didome û heta ku dawî bi DIŞIê neyê anîn vê ew şer berdewam be.

Kino gotiye: HSDê bo qonaxa piştî DIŞIê rêkeftineke gelek girîng li gel hevpeymaniya cîhanî kiriye û piştî bi dawî hatina DIŞIê vê hevbeşiya navbera HSDê û hevpeymaniya cîhanî bidome.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.