Nivîskar Erdelan Hewramî, piştî 8 salan ked û xebateke bê hempa, pirtûka bi navê Felsefe û Rêbaza Barzanî çap û belav kir.
Nivîskar ew pirtûka han bi awayekî lêkokînên piramîdî, meydanî û herwiha hevpeyîn û kom kirina zaniyariyan, amade kiriye.
Pirtûk ji 358 rûpelan pêk hatiye û cudatiya vê pirtûkê li gel pirtûkên din yên ku li ser Barzan û şoreşa Barzanî hatine nivîsandin ewe ku di vê pirtûkê de tenê behsa felsefe, îdeolojî û helwestên Şêxên Barzanî yên di warê, siyasî, exlaqî, leşkerî, civakî, tendirostî û perwerdehî de bi awayekî zanistî hatine şîrovekirin û nivîsandin.
Di nava pirtûkê de Erdelan Hewramî bi awayekî kûr behsa rêbaz, felsefe û siyaseta Şêxên Barzanî kiriye û balkêşandiye ser helwestên wan yên netewî û nîştimanî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin