Pentagon: Êrîşên Tirkiyê DIŞI zindî kir

amerîka bi awayekî ne raste rast dibêje tirkiye hevkariya DIŞIê dike
کوردستان TV
100%

Di rapora Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) de, hat ragihandin ku bi êrîşên Tirkiyê yên ser hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê re, rêxistina terorîstî DIŞI ji nû ve ketiye liv û tevgerê û zindî bûye.

Li gor raporê her çiqas hevpeymaniyê rêxistina DIŞIê li Iraq û Sûriyê têk biriye jî hîn jî bermayiyên DIŞIê yên li Iraqê û bi taybet ên li Rojhilatê Firatê gefek in.

Di rapora Pentagonê de tê diyarkirin, yek ji metirsiya mezin ew e ku milîtanên DIŞIê ji sînorê Sûriyê derbasî Iraqê bibin û ji nû ve hebûna xwe li wir bi cî bikin e.

 Heriwiha tê destnîşankirin, niha rêxistin ketiye nav hewla zindîkirina şaneyên razayî û birêxistinkirina komên çeteyên biçûk.

Pentagon dide xuyakirin, DIŞI ji aloziya navbera Tirkiye û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) sûde distîne û ev yek jî bûye sedema rawestîna têkoşîna dijî DIŞIê ku rêxistin liv û tevgera xwe zêde bike.

Di berdewamê de tê ragihandin, hevpeymaniyê derbarê hêzên şîe yên bi awayê serbixwe bêyî Bexdayê tevdigerin de jî ti pêşketinek bidest nexistiye ku Îranê 150 şervanên xwe yên taybet di nav milîsên şîe de bicih kiriye.

Peyamakurd

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.