CSIS: Koreya Bakur navendên çekên navokî veşartine

gotibû me ti navendeke din nehêştiye
کوردستان TV
100%

Center of Stragetic and International Studies (CSIS), ku sazîyeke ramanê ye, ragihand ku Koreya Bakur bi qasî 20 navendên muşekan vedişêre.

Serokê Bernameya Koreya Bakur yê Koreya Bakur Victor Cha ji New York Timesê re diyar kir ‘’Wer xuya ye ku navendên muşekan nehatine betal kirin’’

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un di 12’ê Hezîranê de li Sîngaporê kom bûbûn û piştî hilcivînê diyar kiribûn ku rêvebirîya Pyongyangê dê çekên navokî pûç bike.

Li dû hilcivînê, navendeke muşekan ya Koreya Bakur hatibû hilweşandin û rêvebirîya Pyongê dabû zanîn ku ceribandina muşekan rawestandiye.

Di rapora CSIS’ê de tê gotin ku Koreya Bakur muşekên navokî li navendên li binî erdê yên li herêmên çiyayî veşartine û ew nêzî qadên firandinê ne.

CSIS diyar dike ku navendeke muşekan 135 kîlometra li bakurê rojavayê Seul ya payxtaxta Koreya Başûr e.

Di rapora CSIS’ê de, dîmenên ji esmên, hevpeyvînên bi gotinên kesên ji Koreya Bakur revîyane û hevdîtinên bi endamên îstixbarat û hikûmetê re hatin nirxandin.

Amerîkî ragihandibû ku heta temamê çekên navokî têne pûç kirin dê toleyên dijî Koreya Bakur bidomin, lê rêvebiriya Pyongyangê diyar kiribû ku ger Washington jî hin gavan neavêje ewê temamê çekan pûç nekin.

Rêvebiriya Pyongyangê di rojên borî de dabû zanîn ku ger Amerîka toleyê aborî bi dawî neke ewê jinûve dest bi bernameya navokî bike.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dê bi karbidestên payabilind yê Koreya Bakur re kom bûbûya, lê demeke kin berî civînê, hevdîtin hatibû betal kirin.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.