Jêderên ewlekarî yên Îraqê belav kirin ku îro hijmareke çekdarên nenas li Rojhilatê Felûceyê ya li parêzgeha Enbarê êrîşî ser mala Efserên heşda Eşayêrî kirine û di encama êrîşa han de herî kêm 9 efser hatine kuştin.
Jêderên ewlekarî behsa vê yekê kirine ku her çend heta niha ti aliyek berpirsiyartiya vê êrîşa han li ser xwe negirtiye lêbelê tê payîn ku êrîşa han ji aliyê DIŞIê ve pêk hatibe.
Heşda Eşayêrî komeke çekdar a Îraqiye ku sunene û li deverên sunenişîn yên Îraqê bicîh bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin