Wezîrê frensî: Erdogan lîstika polîtîk dilîze

dibêje tiştek bo me nehatiye şandin
کوردستان TV
100%

 Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, li ser kuştina rojnamevanê Siûdê Cemal Kaşikcî li Stenbolê ku Serokomarê Tirkiyê gotibû, wan tomarên deng ji welatên pêwendîdar re şandine got, ti tomareke deng a dema kuştina Kaşikcî ji wan re nehatiye şandin.

Li gor nûçeya Euronewsê Le Drian ji televizyoneke frensî re li ser pirsa îdiayên tomarên deng ên kuştina Kaşikcî ji Fransa, Almanya û Brîtanyayê re hatine şandin wiha axivî: "Ti agahiya min li ser dayîna tomarên deng nîne. Heger Serokomarê Tirkiyê bixwaze hin agahiyan bide, divê wan bide.”

Le Drian herwiha got, "Ev tê wê maneyê ku di nav van şertan de lîstikeke Erdogan a bilîze heye.”

Peyamakurd

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.