Pisporekî karûbarên leşkerî dibêje li nêzî sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê nêzî 3 hezar terorîstên DIŞIê hatine dorpêçkirin.
Pisporê karûbarê leşkerî Hîşam Haşim diyar kir ku niha nêzî 30 hezar terorîstên DIŞIê li devera Baxozê Başûrê di nava rûpîveke zêdetir ji 32km di navbera sînorê Îraq û Sûriyeyê de hatine dorpêçkirin.
Haşim diyar kir ku ev navçe niha metirsîdartirîn navçeye û di nava wan 3 hezar terorîstan de gelek Serkirde û berpirsên mezin yên terorîstên DIŞIê jî hene.
Haşim behsa vê yekê jî kiriye ku 600 ji wan terorîstan xelkê Îraqê ne û ewin din jî biyanî ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin