Cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê li Efrînê jineke 80 salî qetil kirin

pere û zêrên wê jî dizîne
کوردستان TV
100%

Komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê dest bi dizî û talaniyê li gundê Birc Ebdalo yê navçeya Şêrawayê kirin.

Li gor nûçeyeke bûyerpres cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê jineke bi navê Ayişe Henan a  80 Salî piştî ku pere û zêrên wê dizîne kuştine.

Jêderên herêmî ragîhandin ku zarokên malên hewil dan berevaniya xwe bikin,lê çekdaran ew girêdan û li wan dan.

Tê bi bîrxistin ku ji 18’ê Adara 2018’an ve bêhir 2 hezar û 500 sivîl hatine revandin û 850 sivîlan agahî ji wan nayêne wergirtin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.