Îro balyozxaneya Amerîkayê ya li Îraqê dêmenek bi zimanê Erebî weşand.
Di dêmena han de rayedarên balyozxaneya Amerîkayê behsa vê yekê kirine ku li dor dorpêçên Amerîkayê yên li dijî Îranê nûçeyên şaş tên weşandin lewre me xwest bi zimanê Erebî hin xalan zelal bikin.
Di berdewama dêmena han de hatiye gotin ku Îraq bo dabîn kirina elekitrîkê neçare çavkaniyên enerjiyê ji Îranê dabîn bike, lêbelê nabe heta dawî ew yek wisa be û Amerîka tenê 45 roj dem dide Îraqê daku ev kêşeya han çareser bike jiber ku piştî wan 45 rojan Îraq nikare ti çavkaniyeke enerjiyê ji Îranê bistîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin