Li gor jêderên taybetî li Efrînê, bi sedema teqîna mînekê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve hatibû çandin, 5 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.
Jêderan diyar kir ku ev mîna han li ser rêya baxên xelkê hatiye çandin û ev 5 welatiyên ku canê xwe jî ji dest dane, dema ji baxan vegeriyan, mîn bi tiraktora wan re teqiye û di encam de her 5 kes canê xwe ji dest dane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin