Parlementerê HDP’ê jiber sê deqe axaftinê sê sal ceza xwar

zextên hikûmetê li ser hdpê didomin
کوردستان TV
100%

Parlamenterê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Entabê Mahmut Togrul, jber axaftinekê 2 sal û 6 meh cezayê zindanê girt.

Cezayê zindanê jiber axaftinên Togrul yên li Entabê û Mereşê li wî hate birîn.

Togrul, dema bûyerên Cizîrê û heremên din yên Kurdan li Entabê axifîbû. Dadgehê 3 sal ceza li wî birî û 4 meh ji cezayê wî daxist û 2 sal û 6 meh ceza da wî.

Togrul ew biryar ji Dengê Amerîka re wiha nirxand:  Piştî xirakirina Cizîrê, 20 cenaze hatin Entabê. Dema malbat hatin, jibo ku dil bidin wan, min axaftinek kir ku tenê sê deqebû. Mixabîn jibo axaftina 3 deqe 3 sal ceza dan min. Em dizanin ev ceza ne bo axaftinê ye. Ew dixwazin ku bi van cezayan HDP’ê li dervayê sîyasetê bihêlin, lê em vê helwesta dewletê napejirînin.”

Togrul bal kişand ku biryara dawî ya derheqa wî ji alîyê meclîsê ve were dayîn, lê ew nizane ku encameke çawa derkeve.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.