Di vê derbarê de çavkaniyek ji artêşa Îraqê diyar kir ku îro hêzên artêş û polîs, karîne li gor zaniyariyên ku ji aliyê çend şahêdên bûyerê ve ji wan re hatine pêşkêşkirin, li Rojavayê Neynewayê goreke din ya bikomî eşkere bikin.
Ev çavkaniya han diyar kiriye ku gor li nahiyeya Badoş ya li Rojavayê Neynewayê hatiye dîtin û terimên 30 kesan têde hatiye veşartin.
Ji aliyeke din ve şahêdên bûyerê behsa vê yekê kirine ku gelek ji wan teriman yên wan kesanin ku di hilbijartinên sala 2014an ya Îraqê de xwe berbijêr kiribûn û di heman salê de ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin