QSD‘ê êrîşa çeteyên DIŞIê li eniya Hecînê têk bir, bi kêmanî 31 çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî leşkerî ji Dêrazorê dane, çeteyên DIŞIê hewl dan ku ji sekinandina Pêngava Bagera Cizîrê û tozê sûdê bigirin û êrîşên bargehên şervanên QSD‘ê bikin, di vê çarçoveyê de vê sibehê êrîşên dijber birin ser navendên QSD‘ê yên li bakur û bakurê rojavayê bajarokê Hecînê.
Li gor nûçeyeke anhayê çavkaniyê ragihand, çeteyên DIŞIê di êrîşê de erebeyên bombebarkirin û erbeyên doçka li ser bi karanîn û diyar kirin ku di navbera şervanan û çeteyên DIŞIê şer bi saetan heya ber êvarî berdewam kir.
Heman çavkaniyî diyar kir ku şervanên QSD‘ê êrîşên çeteyan têk birin, di encamê de erebeyeke bombebarkirî û yek doçka li ser teqandin, her bi kêmanî 31 çete kuştin û êrîşkarên din jî reviyan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin