Çavdêriya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku Tirkiyê pirtir ji 500 cîhadî yên ji komên bi piştgiriya Tirkiyê veguhastiye rojhilata çemê Firatê.
Li gor nûçeyeke voayê SOHR dide zanîn ku du roj berê jî pirtir ji 700 cîhadî bi çekên sivik bi heman awayî ji herêmên Sûrî yên bin kontrola Tirkiyê, ji herêmên rojhilata Firatê re hatine birin.
SOHR dibêje ku di 1ê Mijdarê de li Efrînê civînek di navbera îstixbarata Tirk û komên çekdar yên Şaxa Zeytûnê de pêk hat û karbidestên Tirk ji wan xwest ku xwe ji şerê dijî YPG’ê re amade bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin