Li gor jêderên taybetî ji Rojavayê Kurdistanê, di çarçoveya êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê de, îro artêşa Tirkiyeyê bi çekên giran êrîşî ser gundevarên Rojhilatê Kobanê kir.
Li gor jêderên taybetî di topbaran û êrîşên îro de gundê Silipikiran hatiye armanckirin.
Hên jî derbarê zirar û ziyanên vê topbaranê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
Beriya çend rojan artêşa Tirkiyeyê Rojavayê Kobanê topbaran kiribû û YPGê jî bersifa artêşa Tirkiyeyê dabû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin