Li Besreyê dîsa xwepêşandan tê kirin

vê sibê xwepêşandan dîsa destpê bikin
کوردستان TV
100%

Biryare roja înê (sibê) li bajarê Besreyê careke din xwepêşandanên xelkê vê bajarê dest pê bikin.

Li gor jêderên nûçeyan şêniyên Besre û derdorê bi awayekî xwerisk xwe amade kirina daku sibê xwepêşandaneke aram û aştiyane li dijî nebûna xizmetgozariyan li vê bajarê destpê bikin.

Ji aliyeke din ve jî hikûmeta Îraqê hêzeke zêde ya leşkerî şandiye bajarê Besreyê û niha ev hêzên han di amadebaşiyê dene.

Weke tê zanîn ku beriya niha jî bi qasî mehekê li Besreyê xwe pêşandan hatibûn kirin û bi dehan kes jî hatibûn kuştin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.