12 miliyon şîiyên cîhanê li Kerbelayê ne

hêzên îranî û îraqî ewlekariya wan diparêzin
کوردستان TV
100%

Bi mebesta beşdarî kirin di merasîma çileya Îmam Husên de, zêdetir ji 12 miliyon şîî ji seraserê cîhanê hatine bajarê Kerbelayê ya Îraqê.

Rayearên Îraqî behsa vê yekê dikin ku beşeke herî zêde ji wan kesan ku weke ziyaretkar serdana Îraqê kirine ji Îran û welatên şîî yên Kendav û derdorê ne.

Rayedarên Îraqî herwiha behsa tedbîrên ewlekarî yên taybet bi merasîmên çileyê kirine û diyar kirine ku hêzên ewlekarî yên Îraqê bi hevbeşî li gel hêzên Îranî tedbîrên pêwîst yên ewlekarî stendine.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.