Perwîn Buldan armanca HDPê eşkere kir

dibêje hevdîtinên bo hevpeymaniyê didomin
کوردستان TV
100%

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan ragihand, ku armanca wan a sereke di hilbijartinên şaredariyan de, nehiştina danîna qeyûman e û armanca dudiyan jî bidestxistina 150 şaredariyan e.

Perwîn Buldan diyar kir, ku ew tevî hemû rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan, ciwan û jinan bi hestên seferberiyê kar dikin û dixwazin li Bakurê Kurdistanê qeyûm nemînin.

Buldan di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku li bajarên mezin ên Tirkiyê, bi taybet li Istenbûlê, eger ew ne partiya sereke bin jî, lê ew rola serekî dilîzin û eger hevgirtina dijberiyê hebe, ewê karibin gelek şaredariyan ji destê AKPê derxînin.

derbarê hevdîtin û danûstandinên navbera HDP û aliyên din de jî Buldan diyar kir ku, hevdîtin didomin lêbelê hîn jî ti encameke zelal nehatiye bidest xistin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.