Di nava balefirê de 189 rêwî hebûn.
Li gor jêderên nûçeyan yên cîhanî, îro balefireke Endonezyayê yaku dixwest ji paytexta vê welatî biçe bajareke din ya vê welatî, ketiye nava behrê.
Li gor jêderan di nava balefirê de 189 rêwî hebûne û heta niha hêzên hawarhatinê karîne termên 6 ji wan rêwiyan ji nava avê derbixin.
Herwiha hate zanîn ku tîmên hawarhatinê cêyê bûyerê destnîşan kirine û niha tîmeke 300 kesî dixebite daku termên rêwiyên din ji avê derbixe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin