Di çalakiyeke wêne kêşanê de nexşeya Efrîn û dar Zeytûnan kêşandin.
Li gor nûçeyeke voayê 250 zarokên Efrîniyên penaber li Şehba çalakiyeke hunerî li dar xistin û tê de tabloyeke li ser cawê bi dirêjahiya 80 metreyî nexşandin.
Çalakiya bi navê “Mohrên Êşê” ji hêla sê şêwekar Erdelan Ibrahîm, Henîf Hemo û Nûrî Ednan hat rêvebirin.
Erdelan Îbrahîm dibêje ku ew hewil didin ku bi rêya vê tabloya mezin, çîrokên ku zarokên Efrînî dijîn, bînin cem hev û ji cîhanê re raghînin.
Zarok bi coş tevlî şêwekirina tabloyê bûn, bîranînên xwe li Efrînê berî şer û piştî êrîşa Tirkiyê ta kêliyên derbiderbûnê li kampên penabertiyê nexşandin.
Zaroka bi navê Delav Ehmed dibêje ku wê bombebarana ser xaniyê cîranên xwe nexşandiye jiber ku ew pê bandor bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin