Di çarçoveya şandina teqemiyan de bo berpirs û rayedarên berê yên Amerîkayê de, hate zanîn ku herî dawî paketek teqemenî bo Cîgirê berê yê serokê Amerîkayê Jeo Biden hatiye şandin.
Dohê jî jêderên nûçeyan belav kirin ku li berdem malên Obama û Kilinton paketên teqemenî hatine dîtin.
Medyaya Amerîkayê belav kiriye ku heta niha 9 paketên teqemenî bo rayedarên curbicur yên Amerîkayê hatiye şandin û polîs niha li wan kesan digere ku ev paketên han bo wan rayedaran şandine.
Ji aliyeke din ve polîsê Amerîkayê texmîna vê yekê dike ku ev yek kiriyareke terorîstî ya berfire be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin