Seroka CIAyê ji Tirkiyê xwest ku bi Kurdan re li hev werin û navbera xwe û PYDê jî baştir bikin.
Li gor nûçeyeke PeyamaKurd Seroka CIAyê Gina Haspel pêr hatibû Tirkiyê. Di derbarê hatina Seroka CIAyê de nivîskarê Tirk Sabahattin Onkîbar nivîsek nivîsand û got ku Amerîkayê pênc tişt ji Tirkiyê xwestine. Şertên Amerîkayê ev in:
1.Divê Tirkiyê li gorî dorpêça li ser Îranê, tevbigere.
2.Divê Tirkiye bi Kurdan re levhatineke nû çêbike û li Rojavayê Kurdistanê xwe hinekî nêzîkî PYDê bike.
3.Divê Tirkiye li Sûriyê bi Îran û Rûsyayê re nemeşe.
4.Divê Tirkiye careke dî projeya S-400an di ber çavan re derbas bike.
5.Mehkûmên welatiyên Amerîkayê divê werin berdan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin