Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku hêzên wan di çarçoveya qonaxa dawîn a Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de derbeyên giran li DIŞI`ê xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro bi daxuyaniyekê ji raya giştî re encamên şerê 24 saetên dawîn ji Şerê Tunekirina Terorê diyar kirin û tekez kir ku 37 terorîst hatine kuştin.
Li gor nûçeyeke anhayê di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: Eniya Baxoz: Duh di saetên şevê de terorîstan êrîşî nuqteyên şervanên me kir. Şervanên me bersiva êrîşên wan da. Di encam wê de 17 terorîst hatin kuştin. Balafirên şer ên Koalîsyona Navneteweyî jî baregehên terorîstan kirin hedef û erebeyeke bombebarkirî hate teqandin û ajokarê wê hate kuştin.
Her wiha di eniyên paş de tevgera terorîstan hate şopandin. Şervanên me tevgerên wan kirin hedef û di encama wê de hindek terorîst hatin kuştin.
Ji aliyekî din ve jî terorîstan êrîşî nuqteyên şervanên me kir. Şervanan bersiva êrîşan da û di encama wê de hindek terorîst hatin kuştin û gelek çek û cebilxane ketin destê şervanên me. Di şerê li wê eniyê de 4 şervanên me gihaştin asta şehadetê û çend şervan jî birîndar bûn.
Eniya Hecîn: Şervanên me êrîşên terorîstan têk birin. Di navbera şervanên me û terorîstan de şerekî dijwar rû da. Di encama wê de kuştî û birîndar ji terorîstan çêbûn. Heta van kêliyan jî li wê eniyê şerên demkî rû didin.
37 terorîst hatin kuştin, 13 baregehên terorîstan hatin rûxandin, 9 nuqteyên terorîstan hatin rûxandin û erebeyeke ku doçkaya 23 li ser bû, hate teqandin. Balafirên Koalîsyona Navneteweyî 14 caran êrîş pêk anîn. Koalîsyonê 18 moşek ji cureya Hymers ber bi baregehên terorîstan ve avêtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin