Îro Fermandarê hêzên polîs yê Îranê Husên Eşterî ragihand ku Îraq û Îran di çarçoveya amdekariyên hevbeş de bo merasîma çileya Îmam Husên de, lihev kirine ku 30 hezar polîsên Îranî li Îraqê bixebitin.
Eşterî diyar kir ku ev hêzên han niha li Îranê amadene û di dema merasîmên çileya Îmam Husên de di her warekê de xizmetgozarî pêşkêşî ziyaretkarên Îranî li Îraqê de bikin.
Eşterî herwiha eşkere kiriye ku hijmareke zêde polîs jî vê li ser sînorên navbera Îran û Îraqê xizmeta wan ziyaretkaran bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin