Biryar bû îro Adil Ebdulmehdî ku bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê hatiye pîwerdar kirin, di nava parlementoyê de kabîneya nû ragehîne lêbelê jiber hin sedeman ragihandina kabîneyê hatiye paşxistin û jêder behsa vê yekê dikin ku hîn jî tevahiya kabîneyê nehatiye amadekirin jiber vê çendê ragihandina kabîneyê hatiye paşxistin.
Ji aliyeke din ve di nava parlementoya Îraqê de li ser awayê dengdanê li ser kabîneyê nakokî hene û hinek ji parlementeran daxwaz dikin ku dengdan bi eşkere be û hineke din jî daxwaz dikin ku dengdan nihênî be.
Her di vê çarçoveyê de zêdetir ji 100 endam parlemen daxwaz ji Serokatiya parlementoyê kirine daku dengdan li ser kabîneyê nihênî be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin