Mijara civînê giftûgo kirin li ser hilbijartinên herêmî bûye.
Li ser vexwendina hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çend partî û aliyên Kurdî wek “PDK-T, PDK-B Hereketa Azadî, OSP û Partiya Însan û Azadiyê” derbarê îtifaqa hilbijartinên şaredariyan civiyan.
Li gor daxuyaniya Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) duh şemiyê (20.10.2018) li Amedê nûnerên PDK-T, PDK-B Hereketa Azadî, OSP û Partiya Însan û Azadiyê û Îslamî hatin bav hev û mijara îtifaqa hilbijartinên şaredariyê gotûbêj kirin.
Hevdîtin li ser vexwendina hevserokên HDPê pêk hatiye mebest jî ew e ku aliyên beşdar bikarin ji bo hilbijartinên şaredariyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê îtifaqê pêk bînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin