Wezaretên kabîneya nû hatine dabeşkirin

18 wezaret bo ereban dibin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên Îraqî, wezaretên nava kabîneya nû ya Îraqê de li ser aliyên siyasî yên Îraqê de hatine dabeşkirin.

Di vê derbarê de Şiwêrmendê Serokkomariya Îraqê Ferhad Eladîn diyar kiriye ku Adil Ebdulmehdî yê ku bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê hatiye erkdarkirin, bi lihev kirin li gel aliyên siyasî û etnîkî  yên li Îraqê, wezaretên nava kabîneya nû dabeş kiriye.

Eladîn diyar kiriye ku li gor lihev kirinan vê 18 wezaret bo Ereban dibin, 3 wezaret bo Kurdan û wezaretek bo Mesîhiyan û 4 wezaretên din jî bo Tirkimanan dibin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.