Serokê tevgera Sedir û herwiha Serokê lîsteya Saêrûn Muqteda Sedir li ser pêgeha xwe ya li twitterê peyamek pêşkêşî gelê Kurdistanê kiriye.
Sedir di twitta xwe de nivîsandiye: Em dixwazin li gel we bi hevre bijîn û ev yek jî bilindtirîn asta hezkirina me bo we ye.
Sedir herwiha ji gelê Kurdistanê re nivîsandiye; Em dixwazin bi yeksanî bi hevre bin û ne stem li kes bikin û ne jî kes stem li me bike.
Sedir di beşeke din ya peyama han de gotiye: Werin em bi hevre Îraqê rizgar bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin