Piştî lihev kirina rayedarên Tirkiye û Amerîkayê li dor azad kirina Qeşeya Amerîkî yê ku li Tirkiyeyê hatibû girtin, îro dadgeha Tirkiyeyê bo ku li ser vê doza han biryar bide civiya.
Civîna dadgehê danê sibê destpê kir û heta nîvroyê dom kir, piştî nîvroyê jî dadgeha Tirkiyeyê biryara ra kirina qedexeya jimal derketin û çûne derveya Tirkiyeyê yaku li ser vî Qeşeyê danîbû, ra kir û bi vê awayî ew Qeşe hate azadkirin.
Weke tê zanîn ew qeşe (Andrew Craig Brunson) ji aliyê dadgeh û hikûmeta Tirkiyeyê ve bi hevkarî kirina PKK, YPG û cemaeta Gulen hatibû tawanbarkirin û Amerîka jî jiber vê yekê hin dorpêçên biçûk li ser çend rayedarên Tirkiyeyê danîbû û jiber vê yekê rewşa abûriya Tirkiyeyê gelek têk çû bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin