Saziya amnesty international raporta xwe ya dawî derbarê rewşa Efrînê û şêniyên Kurd yên vê bajarê de belav kir.
Amnesty di raporta xwe de diyar kiriye ku heta niha Tirkiye zêdetir ji 200 hezar Ereb û Tirkimanên deverên din biriye Efrînê û di nava malên Kurdan de bicîh kirine.
Amnesty diyar kiriye ku Tirkiye bi hevkarî û bi rêya cîhadiyên radîlak berdewame li ser guhertina demografiya Efrînê.
Di beşeke din ya raporta han de behsa vê yekê hatiye kirin ku artêşa Tirkiye û cîhadiyên radîkal yên ser bi Tirkiyeyê ti girîngiyek nadin mafên mirovan û rojane mafên mirovan li Efrînê binpê dikin û zilmê li şêniyên Kurd yên Efrînê dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin