Pompeo: Kurd vê bibin beşeke prosesa danûstandinên sibêroja Sûriyê

Amerîka berdewame li ser piştgîrî kirina Kurd
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo şeva Çarşemê li Washingtonê got ku Kurdên Sûriyê “hevkarên wan yên hêja ne.”

Pompeo di konferansa Enstîtuya Cîhûyan ya bo Ewlehîya Netewî ya Amerîka (Jewish Institute for National Security of America / JINSA) piştrast kir ku Kurd wê bibin beşeke prosesa danûstandinên sibêroja sîyasî ya Sûrîyê.

Pempeo got: Emê misoger bikin ku Kurdên Sûriyê di maseya danûstandinan de xwedîyê kursiyê bin. Ger ew pêk neyê, emê beşdarîya wê peyvajoyê nekin..

Pompeo karbidestê herî bilind yê Amerîkî ye ku pêgirîya dirêjdemî ya bi Kurdan re piştrast dike.

Berê jî James Jeffrey, nûnerê taybet yê Pompeo gotibû ku Amerîka dê bi demeke dirêj, heta ku armancên girîng bi cîh werin, li Sûriyê bimîne.

Voa

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.