Di operasyona KCK'ê de 90 kes Hatin desteser kirin

zextên li dijî siyasetmedarên Kurd zêdetir dibin
کوردستان TV
100%

Di çarçova lêpirsîna Serdozgeriya Amedê ya operasyona bi navê Komên Civakên Kurdistanê (KCK) de, li neh bajaran gelek sîyasetvan, bizavkar û rojnamevan hatin desteser kirin.

Li gor nûçeyeke voayê walîtiya Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çarçoveya lêpirsîna KCK’ê de li 9 bajaran, li 183 navnîşanan 90 kes hatine desteser kirin.

Hevserokê HDP'ê ya Amedê Şerîf Camcî, rojnamevan Abdurahman Gok, Esra Solîn Dag, Semîha Alankuş, Kîbriye Evren, Cîhan Ulmez jî di nav wan de ne.

Bajarên ku operasyon çêbûn Amedê, Stenbol Wan, Şirnex, Ruha, Mersîn, Batman, Mêrdîn e û di derheqa151 kesan de lêpirsîn hatiye destpê kirin.

Serdozgerî di daxuyanîya xwe de îdia dike ku ev kesên hatin desterkirin di xebatên KCK’ê yên warê jin, ragihandin, rêvebiriya herêmî, çand û huner, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), partîyên sîyasî de erkdar in.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.