Îro polîsê balefirgeha Hewlêrê daxuyaniyek weşand û têde behsa vê yekê kir ku hêzên polîs li balefirgeha Hewlêrê karîne berpirsekî Îraqî yê ku bi tawana gendeliyê û li ser xwesteke desteya destpakî ya Îraqê doz li hatiye vekirin, binçav bikin.
Li gor daxuyaniya han ev berpirsê Îraqî navê vî Mecîd Mezhûr Ebdulaye û nav hatî birêveberê beşê jimêryarî ya birêveberatiya tendirostiya Enbarê bûye û bi tawana gendeliyê doz lê hatiye vekirin û xwestiye bi rêya balefirgeha Hewlêrê ji Îraqê der bikeve.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin