Amerîka rasterast bi YPGê re peyman îmze kir

ev yekem care peymaneke wisa îmze dikin
کوردستان TV
100%

Amerîka wê li Rojavayê Kurdistanê perwerdehiya tibbî, alîkariya pêşî bide hêzên Kurdî. Ji bo vê yekê jî rasterast bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re peymanek çêkir.

Li gor nûçeya  PeyamaKurd Amerîkayê heta niha li Rojavayê Kurdistanê, alîkariya çekdarî perwerdehiya leşkerî dida Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD). Vê carê jî peyaman di navbera YPG û Amerîkayê de hate îmzekirin ku Amerîka alîkariya tibbî, tendurustî û pêwendiyê jî bide hêzên YPGê.

Li gorî vê peymanê, Saziyên Tendurustiyê yên Amerîkî, wê li Qamîşlo û Kobaniyê, navendên perwerdehiyê ava bikin. Şirketa bi navê “Castle International LLCof Arizona USA” wê sê salan perwerdehiyê bide.

Di navbera erkdarên Amerîkî û yên YPGê de peyman hate îmzekirin. Di vê peymanê de xalên ku balê dikişînin hene. Yek jê ev e ku şert nexwestine ku erkdarên YPGê, ji Sûriyê bin û ya dî jî Amerîkayê, ne bi HSDê re, rasterast bi YPGê re peyman çêkir.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.