Besî pîrozbayî li koma 16ê Cotmehê dikin

Iraqî dibêjin me padaşa 16ê cotmehê da YNKê
وه‌فیق سامه‌رائى كۆنه‌ به‌عس و سه‌رۆكى هه‌واڵگرى سه‌رده‌مى سه‌دام پیرۆزبایى له‌ گرووپى 16ـی ئۆكتۆبه‌ر كرد
کوردستان TV
100%

Piştî berbijêr kirina Berhem Salih ji aliyê YNKê ve bo postê Serokkomariya Îraqê û vekêşana YNKê ji rêkeftina li gel PDKê, aliyên şoven yên Îraqî piştgîrî dan Berhem Salih û Berhem Salih bû Serokkomarê Îraqê.

Piştî hilbijartina Berhem Salih, Serkirdeyên Besî û aliyên şovenî yên Îraqê yên ku li gel beşek ji Serkirdeyên YNKê di dema xiyaneta 16ê Cotmehê de lihev kiribûn, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Berhem Salih kirin.

Di vê çarçoveyê de Berpirsê îstîxbarata Besê ya serdema Sedam, Wefêq Samerayî diyar kir ku aliyên Îraqî padaşta radest kirina Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî ên derveya îdareya Kurdistanê bi çekdarên heşda şebî û artêşa Îraqê, dan.

Samerayî herwiha diyar kiriye ku aliyên Îraqê bersifeke tund dan wan kesan ku behsa parastina sînorên xwe bi xwîn dikirin û dixwestên berbijêrê xwe li ser me feriz bikin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.