Piştî vekêşana YNK ji rêkeftina li gel PDK Serokkomarê Îraqê hat hilbijartin.
Ev çend roj bû parlementoya Îraqê hewla hilbijartina Serokkomarê nû yê Îraqê dida. Serokkomarê Îraqê ku parê Kurde û di nava aliyên Kurdî de jî para ev aliyek ku dengên herî zêde bidest xistiye, parê PDKê bû.
Lêbelê beriya niha li gor rêkeftineke navbera PDK û YNK ev post ji YNKê re hatibû dayîn. Vê carê PDK biryar dabû ku postê Serokkomariya Îraqê verbigire û bo vê yekê jî li gel YNK lihev kiribûn daku Kurd bi yek berbijêr beşdariya hilbijartina Serokkomarî bikin.
Lêbelê YNK di deqîqeyên dawî de ji vê rêkeftina han vekêşa û li parlementoya Îraqê jî di demekê de ku PDKê jî berbijêrê xwe vekêşa bû hilbijartin hate kirin û Berhem Salih ku berbijêrê YNKê bû bi bidest xistina 160 dengan bû Serokkomarê nû yê Îraqê.
Hêjayê gotinê ye ku Serok Barzanî jî peyamek weşandibû û rexne li çawetiya hilbijartina Serokkomar kiribû û gotibû em vê yekê qebûl nakin û vê helwesta xwe jî diyar bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin