QSD`ê 6 endamên DIŞIê binçav kir

yek ji wan jine
کوردستان TV
100%

Hêzên Sûriya Demokratîk di çarçoveya şerê tunekirina terorê de 1 jê jin, 6 çeteyên DIŞIê girtin û navên wan eşkere kirin.

Li gor nûçeyeke anhayê navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dîmenek der barê girtina 6 çeteyên DIŞIê de ku yek ji wan jin e, weşand. QSD`ê diyar kir ku çete di qonaxa Şerê Tunekirina Terorê ya hemleya Bagera Cizîrê de hatine girtin.

Li gorî QSD`ê navên çeteyên hatine girtin wiha ne:  Mihemed Hisên Tanî bi navê Ebû Emîne El-Daxistanî tê naskirin, Emîne Emîr Xan Nadir, Hesen Şeban bi navê Ebû Ela El-Cebûrî Ebû Decana tê naskirin, Îsmaîl Reşîd Refîq bi navê Zekeriya El-Ezerî tê naskirin, Sêf Ehmed Tilêlî bi navê Ebû Bekir El-Cezayîrî tê naskirin, Mustefa Ebd El-Hadî El-Mûsa bi navê Ebû Ebbrehman El-Insarî tê naskirin.”

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.