Civîna parlementoya Îraqê hat paş xistin

jiber kêm bûna hijmarê civîn hate paşxistin
کوردستان TV
100%

Biryar bû îşev parlementoya Îraqê bo hilbijartina Serokkomarê nû yê Îraqê bicive lêbelê ji ber temam nebûna hijmara qanûnî ya parlementeran ev civîna han bo sibê hat paşxistin.

Herwiha di navbera aliyên Kurdî de jî li ser postê Serokkomariyê nakokî hene û heta niha Kurd li ser yek berbijêr lihev nekirine.

Beriya niha Serok Barzanî eşkere kiribû ku lazime Kurd li ser berbijêrek lihev bikin û postê Serokkomariya Îraqê jî para PDKê ye lewre lazime aliyên Kurdî di nava xwe de lihev bikin û berbijêrêk diyar bikin.

Lêbelê YNK ev yek qebûl nekir û berbijêrek bo postê Serokkomariya Îraqê diyar kiriye.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.