Piştî ku hin jêder û çavkanî belav kirin ku qaşo hijmareke zêde ji cîhadiyan çekdarên xwe û çekên xwe yên giran ji Idlibê vekêşane, îro komeke cîhadî ya bi navê Feyleq Elşam daxuyaniyek weşand û ragihand ku ev ji Idlibê venakêşin.
Feyleq Elşam ku yek ji wan komên cîhadiye ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê piştgîrîkirin dayar kiriye ku ev bi ti awayî ji Idlibê venakêşin û çekên xwe yên giran jî radestî ti aliyekê nakin.
Beriya niha Serokê Tirkiyeyê diyar kiribû ku komên cîhadî ji Idlibê vekêşane.
Herwiha wezîr derve yê Sûriyeyê jî diyar kiribû ku cîhadiyên terorîst ji Tirkiyeyê hatine lazime vegerin Tirkiyeyê.
Her di vê derbarê de wezîrê derve yê Rûsyeyê jî diyar kiribû ku lazime heta 15ê vê mehê Tirkiye pirsa wan komên çekdar çareser bike û nabe cîhadî ji devereke bo devereke din werin veguhastin belku lazime werin jinavibirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin